• Sunday, 15 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Reuf Hesen

Gulan Media December 22, 2018 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Reuf Hesen
Serok Barzanî: Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Reuf bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê bide hemû aliyek.

Bi helkefta koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdarê Kurdistanê Reuf Hesen, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir, eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz nivîskar û rewşenbîrê xwedê jêrazî Reuf Hesen

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar, Kak Reuf Hesen gihîşt min.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya birêz û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Reuf bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.12.2018

Waar.tv
Top