• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Dêre Zorê di şerê DAIŞ û hikûmetê de 15 serbaz, çekdar û sivîl hatin kuştin

Gulan Media October 14, 2022 Nûçe
Li Dêre Zorê di şerê DAIŞ û hikûmetê de 15 serbaz, çekdar û sivîl hatin kuştin

 Li navçeya Diwêr û Eşare li Badiyeya Bûkemalê li rojavayê Dêre Zorê, şerekê giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmetê de derket, di encam de 9 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê, herwiha 3 çekdarên DAIŞê û 3 sivîl hatin kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 13ê Cotmehê li navçeya Diwêr û Eşare li Badiyeya Bûkemalê li rojavayê Dêre Zorê, şerekê giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmetê de derket, di encam de 9 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê, her wiha 3 çekdarên DAIŞê û 3 sivîl hatin kuştin.

Li gor heman çavkaniyê hejmareke zêde ya birîndaran jî heye ku hinek ji wan birînên wan giran in.

Ji destpêka 2022an ve û heta niha, li Badiyeya Sûriyê 148 çekdarên DAIŞê ji aliyê firokeyên Rûsyayê hatine kuştin, hevdem 196 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

 

 

Rudaw

Top