Li Xarpêtê pevçûn: Zarokekî 14 salî hat kuştin
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du aliyan de zarokekî 14 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan li navenda Xarpêtê li Parka Kulturê, ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera O.D, A.Y û Yusuf D. yê 14 salî de pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de her sê kes jî bi kêrê birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Bajêr a Fethi Sekin hatin veguhestin.
Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Yusuf D. yê 14 salî canê xwe ji dest da.
Rudaw
