• Sunday, 22 February 2026
logo

Sûdanî: Ez ê ji bo nehiştina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebitim

Gulan Media October 14, 2022 Nûçe
Sûdanî: Ez ê ji bo nehiştina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebitim

Mihemed Şiya Sûdanî ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin, ragihand; ew ê hemû hewldanên xwe bike ji bo pêkanîna kabîneyeke bihêz û parastina serweriya Iraqê û rûbirûbûna gendeliyê û herwiha ew ê ji bo nehiştina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebite.

Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe ya yekem de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, ew ê ji bo nehiştina nakokiyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixebite û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bihêz bike.

Sûdanî diyar kir: “Em endamên gelekî ne û di xweşî û nexweşiyê de bi hev re ne û em ê ji bo kesên destpak û şayeste bikin namzed, bixebitin.”

Di beşeke din a gotara xwe de destnîşan kir: “Ez bi awayekî bêalî kar dikim û piştevaniya azadiyan dikim û daxwaza gotûbêja berfireh û vekirina rûpeleke nû dikim ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz.”

Herwiha got: “Em daxwazên ciwanan jibîr nakin, rûbirûbûna xizmetguzariyên kêm û tunebûna derfetên kar û enflasyonê dibînin.”

K24

Top