• Sunday, 22 February 2026
logo

Balyoza Amerîkayê pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir

Gulan Media October 14, 2022 Nûçe
Balyoza Amerîkayê pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kir.

Di peyama xwe de Alina Romanowski diyar kiriye: “Çavê me li pêwendî û hevkariya zêdetir e ligel Serokomarê hilbijartî yê Iraq û Serokwezîrê raspartî.”

Herwiha ragihandiye: “Em ji nêzîk ve kar ligel hikûmeta nû dikin ji bo pêkanîna derfetên kar ên zêdetir û rûbirûbûna guherînên jîngehê û desteberkirina têkçûna yekcarî ya DAIŞê.”

Top