• Sunday, 15 February 2026
logo

Almanya: Biryara Amerîkayê şerê dijî DIŞIê dixe metirsiyê

Gulan Media December 21, 2018 Nûçe
Almanya: Biryara Amerîkayê şerê dijî DIŞIê dixe metirsiyê
almanya jî dilgiraniya xwe diyar kir
Piştî biryara Serokê Amerîkayê ya bo vekêşana hêzên Amerîkî li Sûriyeyê, hin welatên cîhanî weke Brîtanya, Îsraîl û Franse rexne li Serokê Amerîkayê kiribûn û ev biryara han bi neraste rast bi biryareke şaş bilêv kiribûn.

Îro di heman çarçoveyê de wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku ev biryara han biryareke bilez û metirsîdare jiber ku vê metirsiyê li ser şerê dijî terorîstên DIŞIê çê dike.

Maas eşkere kiriye ku hîn jî terorîstên DIŞIê bi dawî nehatine û şerê dijî DIŞIê li Sûriyeyê didome lewre ev biryara han vê metirsiyên mezin li ser şerê dijî DIŞIê çê bike û lazime venêrînê bo vê biryara han were kirin.

Top