• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsyayê 32 leşkerên Ukraynayê serbest berdan

Gulan Media October 12, 2022 Nûçe
Rûsyayê 32 leşkerên Ukraynayê serbest berdan

Wezareta Berevaniya Ukraynayê ragihand ku wan bi Rûsyayê re pevguhertina dîlên şer kiriye û di encama wê pevguhertinê de 32 leşkerên artêşa Ukraynayê hatine berdan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniya Ukraynayê de tê gotin ku di encama pevguhertina girtiyan a bi Rûsyayê re 32 leşker vegeriyane Ukraynayê û hat gotin, “Yên me li mala xwe ne. Pevguhertineke din a dîlan pêk hat.”

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak jî li ser Twitterê daye xuyakirin ku wan 32 leşkerên Ukraynayê anîne welêt û derbarê pevguhertina girtiyan da agahî dan.

Bi gotina Yermak, di nav kesên ku di encama pevguhertina girtiyan de hatin berdan hin leşker hene ku pêştir navê wan di lîsteya windayiyan de bûye.

Yermak got, “Ew li cihên pevçûnên tund bûne. Gelek ji van kesan wenda hatibûn hesibandin. Em mirovan vedigerînin.”

Di heman demê de hate gotin ku cenazeyên 62 kesên di şerê di çarçoveya pevguhertina girtiyan de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê Rûsyayê ve radestî Ukraynayê hatine kirin.

 

Rudaw

Top