• Sunday, 22 February 2026
logo

Biden gef li Siûdiyeyê dike

Gulan Media October 12, 2022 Nûçe
Biden gef li Siûdiyeyê dike

Dibêje emê li hember vê pêngava han bêdeng nemînin.

Piştî erê kirina Siûdiyeyê ya bo kêm kirina asta henarde kirina petrolê, Serokê Amerîkayê jî daxuyaniyeke tund da.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, Serokê vê welatî Jeo Biden diyar kiriye ku, biryara Siûdiyeyê ya bo kêm kirina henarde kirina petrolê nayê qebûlkirin û vê Amerîka li ser vê mijarê bêdeng nemîne.

Biden herwiha diyar kiriye ku, hikûmet û kongrêsa Amerîkayê vê li ser têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê şewrê bikin jiber ku, niha dem dema vê yekêye ku, Amerîka wenêrîneke cidî li ser têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê de bike.

Weke tê zanîn Siûdiye biryara opecê ya bo kêm kirina asta hêlbirîn û henarde kirina petrolê pejrandiye û ev yek jî bûye sedema dilgiraniya Amerîkayê.

Top