• Sunday, 15 February 2026
logo

Hindistan di warê aborî de berê xwe dide Hewlêrê

Gulan Media December 21, 2018 Nûçe
Hindistan di warê aborî de berê xwe dide Hewlêrê
Şandeyeke balaya Hidistanê ya di warê pêşesazî, sermayerazandin û saxlemiyê de, digel Piradîp Sîng Balyozê Hidistnê li Îraqê û Çandiramol Kêrin Konsulê wî welatî li Herêma Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û roja pêncşemê 20.12.2018ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Şandeya Hindistanê got ku ji ber ku derfetên baş yên sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê hene, Hindistan dixwaze digel karsazên Herêma Kurdistanê têkeliyên xwe xurt û berfireh bike û di warên cuda de sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî got ku niha hijmareke kompanî û welatiyên Hindistanê li Herêma Kurdistanê bi awayekê rêkûpêk karên xwe encam didin û di paşerojê jî de her kompaniyeke hindî bixwaze li Herêma Kurdistanê kar bike, hikûmet pêşwaziyê lê dike û ji bo encamdan karên wê dê hêsankariyan jê re bike. Ev yek jî dibe hokarê xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan da û di vê çarçoveyê de Serokwezîr sipasiya Balyoz û Konsulê Hindistanê kir.
Top