• Sunday, 22 February 2026
logo

Lijneyeke Parlamentoya Kurdistanê serdana deverên topbarankirî kir

Gulan Media October 11, 2022 Nûçe
Lijneyeke Parlamentoya Kurdistanê serdana deverên topbarankirî kir

Şandeke Lijneya Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê, serdana devera Balekayetî û Biradost kir û ligel rayedarên îdarî û şêniyên gundên wan deveran civiyan, ku rojên derbasbûyî ketibûn ber topbaranên tund ên topxaneyên Îranê.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê serdana cihên ku hatine topbarankirin kir û derbarê qebareya ziyanan û cihên ku hatibûn armanckirin, zanyarî ji rayedar û welatiyan wergirtin.

Serokê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, di encama topbarana deverên sînorî de ziyaneke mezin a maddî, jîngehî, çandinî û perwerdehiyê li ber xelkê deverên sînorî ketiye.

Endamên Lijneya Pêşmerge, li Balekayetî derbarê ziyanên topbaranên Îranê de lêkolîn kirin, ligel Qaymeqamê Çomanê civiyan û piştre serdana gundê Werde kirin, ku hatiye topbarankirin.

Herwiha şanda Parlamentoya Kurdistanê serdana devera Biradost kir û ligel Rêveberê Nahiya Sîdekan civiya û piştre çûn gundên Geliyê Zerzê ku 13 roj di bin topbaranên tund ên Îranê de bûn.

Top