• Sunday, 22 February 2026
logo

Xelk li Rojhilatê Kurdistanê hîn jî li qadaye

Gulan Media October 11, 2022 Nûçe
Xelk li Rojhilatê Kurdistanê hîn jî li qadaye

Bajarê Sine şevane di destê xelkê deye.

Xwepîşandanên li seraserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî rejîma Îranê berdewamin.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku, bajarê Sine ku, navenda parêzgeha Kurdistanê ye, şevane bi temamî dikeve destê xwepîşanderan û hêzên ewlekarî jî rixmî êrîşên xwe yên bo ser xwepîşanderan, lê nikarin bajêr kontrol bikin.

Ji aliyeke din ve li bajarên din yên Îranê weke Tehran, Tebrîz, Îsfehan, Bûşehir û Meşhed jî xwepîşandan li dijî rejîmê bi berfirehî didomin.

Top