Navê Kerkûkê bo Temîmê hat guhertin
Cemal Mewlûd amaje bi wê yekê da, ku ew biryar tenê biryara Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî ye û haya ti endamekî encûmenê ji wê guhertinê nîne.
Wî endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê da xuyakirin, guhertina navê Kerkûkê bo Temîmê corek ji bierebkirinê ye û veger e bo serdema Sedam Hisên.
Di serdema hikûmeta Beisê ya Iraqê de bi biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê, navê Kerkûkê hatibû guhertin û kiribûn Temîm. Lê piştî rûxana hikûmeta Beisê û hilweşandina biryarên wê encûmenê navê Temîmê hat rakirin û dîsan bûbû Kerkûk.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, kontrola Kerkûkê ketiye bin destê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê û Rakan Seîd Cibûrî jî weke parêzgarê bi wekalet li şûna Necmedîn Kerîm hatiye destnîşankirin. Ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve heta niha rêveberiya nû ya Kerkûkê gelek biryar li dijî Kurdan û bi mebesta guhertina dmeografiya vê parêzgeha Kurdistanî derxistine.
Rudaw
