• Sunday, 15 February 2026
logo

PDK û YNK li Silêmanî civiyan

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
PDK û YNK li Silêmanî civiyan
sibê jî li gel Goran dicive
Duh şanda danûstandinkar ya partiya demokrata Kurdistanê serdana bajarê Silêmanî kir û li gel şandeke yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiya.

Piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyeke hevbeş hatiye weşandin û têde hatiye nivîsandin ku civîn bi awayekî baş û di rewşeke dostane û berpirsiyarane de hatiye lidarxistin û têde behsa çend mijarên girîng yên weke rewşa siyasiya Kurdistanê û Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û têkiliyên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye kirin.

Biryare sibê şanda PDKê li Silêmanî li gel tevgera Goranê jî bo nîqaşkirina heman mijaran bicive.
Top