• Sunday, 15 February 2026
logo

Almanya konferansekê ji bo nasandina Pêşemrge lidar dixe

Gulan Media December 18, 2018 Nûçe
Almanya konferansekê ji bo nasandina Pêşemrge lidar dixe
Şandeke Wezareta Pêşmerge bi serdaneke fermî li Almanya ye û beşdariyê di konferansekê derbarê nasandina erk û çalakiyên Pêşmerge de dike.

Serperiştiyarê Mihwerê Mexmûr – Guwêr yê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî li Almanyayê ji K24ê re ragihand, DAIŞ li ser destê Pêşmerge hat şikandin û ji ber wê her konferansek hebe girîngiyeke taybet dide Pêşmerge, ji ber ku navê wê wek qehreman hatiye naskirin.

Got jî: Ev konferans ji bo nasandina erk, kar û çalakiyên Pêşmerge li Almanyayê birêve diçe. Qehremaniya Pêşmerge hîştiye ku navê Kurd û Kurdistanê sed qatan zêdetir bê naskirin.

K24
Top