• Sunday, 15 February 2026
logo

Eger heye YNK rûniştina parlamentoya Iraqê boykot bike!

Gulan Media December 18, 2018 Nûçe
Eger heye YNK rûniştina parlamentoya Iraqê boykot bike!
Ji ber ti wezaretekî hikûmeta Iraqê ji YNKê re nehatiye dayîn, eger heye YNK civîna îro 18.12.2018ê ya parlamentoya Iraqê boykot bike.

Endamê fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Dr. Mihemed Şakir ji BasNewsê re ragehand, di çend rûniştinên borî yên parlamentoya Iraqê de, YNKê û Hevpeymaniya Saîrun boykot kirin, ji ber wê pêşbînî hene ku rûniştina îro jî boykot bikin.

Herwaha got, Dr. Dara Nuredîn kesek bêalî ye û Adil Ebdulmehdî ew kiriye namzed, lê ‘’ti têbiniyeke me li ser tine’’ herwaha wezîrê koç û koçberên Iraqê jî ji aliyê serokwezîrê Iraqê ji pêkhateya mesîhiyan re hatiye dayîn.

Parlamenterê PDKê got: ‘’Wek PDK li gor me pêwîste ji kurdan re 4 wezaret bên dayîn û hemû hewldanên me ew bûn ku PDK sê wezaretan wergire û wezareta çarem jî bo YNKê yan jî bo Gorran ba, ku her du aliyan jî daxwaz dikir. YNKê 18 kursî hene û digot pêwîste ji me re bê dayîn, Gorran jî digot raste 5 nûnerên me hene, lê serokkomar ji YNKê ye.’’ Û got: ‘’Adil Ebdulmehdî ew kesê ku kiriye namzed kesekî teknokrat û maqûl e.’’

Basnews
Top