Mesrûr Barzanî: Hikûmeta federal bûdceya Kurdistanê naşîne û fişarê li kompaniyan dike ku neftê nefroşin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmeta federal bûdceyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re naşîne lê dê zextê li şîrketên neftê bike ku nefte nefiroşin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di civîneke taybet de bersiva pirsên hejmarek welatiyên navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê da, ku berpirsê diyarkirina beşdaran di gotûbêjê de ji aliyê saziyeke serbixwe ve.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku afirandina derfetên kar yek ji projeyên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî got, karkirina di sektora giştî de pirsgirêka bêkariyê çareser nake, ji ber ku pêwîstiya gelek xelkê Herêma Kurdistanê bi peydakirina kar heye, ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî hewl dide bi rêya dabînkirina derfetên zêdetir ji bo sektora taybet, kar ji bo ciwanan peyda bike.
Derbarê girîngiya sektora geştiyariyê de jî got, ew derfeteke gelek mezine ji bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bername hene ji bo peydakirina derfetên kar di sektora geştiyariyê de.
Wezîrê karên derve yê Herêma Kurdistanê got: "Pêwîste em bizanin ka em dixwazin bi çi cure geştyaran ve biçin Herêma Kurdistanê. Eger xelk bixwaze di vî warî de sermayesaziyê bike, berî her tiştî pêwîstiya me bi bihêzkirina jêrxaneya geştiyariyê heye daku geştyaran bikşînin Herêma Kurdistanê."
Serokwezîr herwiha tekezî li ser dayîna desthilatê ji bo berpirsên yekeyên îdarî yên hemû navçeyên Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo zêdekirina dahatê û peydakirina kar ji bo xelkên navçeyên xwe kar bikin û ji bo zêdetir derfeta kar peyda bikin.
Di beşeke din ya bersiva pirsên amadebûyan de, Serokwezîr eşkere kir ku bernameya kar ya kabîneya nehê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo daxistina rêjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê bo asta herî nizim e.
Herwuha Mesrûr Barzanî got jî ku wan biryar daye ku ji sedî 75ê derfetên kar bidin karkerên xwecihî di her pirojeya veberhênana sektora taybet de.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ji bo wan ciwanên ku xwedî proje yan jî bîr û baweriyên xwe ne ji bo peydakirina karên nû, bi mebesta ku piştgîriya wan ciwanan bikin û derfeta kar ji bo yên din çêbibin, plan dikin.
Di berdewamiyê jî de Barzanî dibêje: di demek nêzîk de, ew dê saziyekê ji bo naskirina şiyan û jêhatîbûna ciwanan damezrînin ku ji bo xizmetkirina civak û gel bikar bînin.
Mesrûr Barzanî jî amaje bi ciwanan kir û got, hikûmet beşeke ji we ye û ne cuda ye, lewma divê hûn xwe xwediyê hikûmetê bihesibînin, bi bîr û ramanên nû û nûjeniyên ku bi kêrî hikûmet û gel were, piştevaniya hikûmetê bikin.
Herêma Kurdistanê û Bexdayê
Mesrûr Barzanî, Iraq hê jî di nava krîzeke kûr a siyasî, aborî û ewlekarî de ye, ku sedema wê jî nebaş birêvebirina desthilatê ye di rêveberiya Iraqê de.
Îraq xwedî samanên xwezayî û mirovî yên zêde ye, lê ji ber cîbicîkirina destûr û sîstema lihevkirî ya hikûmraniyê nekariye qeyranên xwe derbas bike.
Serokwezîr got ku, gelek caran Herêma Kurdistanê bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku ew destûrê naguncîne, lê ne rast e û hikûmeta federal pabendî destûrê û sozên Herêma Kurdistanê nebûye.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de balkişand li ser yekrêzî û yekrêziya aliyan di pirsên niştimanî de. Wî jêderî eşkere kir ku, tiştekî normale ku di navxwe de cudahî di navbera partiyan de hebin, lê divê çarçove û stratejiyeke niştimanî be û her kes li dijî Bexdayê yekdeng bin ji bo bidestxistina mafên Herêma Kurdistanê.
Di derbarê bûdceya Herêma Kurdistanê de jî serokwezîr got ku îsal û par tenê du caran Bexdayê 200 milyar dînar şandiye.
Tenê şeş qat ji wê pereyê ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin, ku li gor qanûna bûdceya sala 2021ê her meh diviyabû bihata şandin, piştî danberheva dahata herêmê û erkên hikûmeta federal bo herêmê. Herêma Kurdistanê jî wek hemû cîhanê, ji ber bandora şerê Ukraynayê, rastî gelek astengên din jî hatiye, ji ber bihabûna nirxê genim û sotemenî li bazarên cîhanê.
Herwiha Serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku tevî hemû fişarên Bexdayê û faktorên din ên derve yên di encama şer û bilindbûna nirxê kelûpelan li bazarên cîhanê de, lê belê di dabînkirina mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê de bi ser ketin.
Herwiha Baranî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê dikare pişta xwe bi dahata xwe ve girêbide ku dahata neftê û neftê jî heye, ji ber ku Bexda ti bûdceyekê naşîne Herêma Kurdistanê.
Derbarê zextên Bexdayê yên li ser sektora neftê de jî, Mesrûr Barzanî got, hikûmeta Iraqê fişar li hinek kompaniyan kiriye da ku neftê Herêma Kurdistanê nefroşin, ji ber wê jî dê berdewam bin li ser sektorên din da ku çavkaniya dahatê cuda bikin.
Serokwezîr eşkere kir ku ji destpêka kabîneya nehê ve heta niha kar kirine ku giringiyê bidin sektorên çandinî, pîşesazî û geştiyariyê da ku Herêma Kurdistanê tenê pişta xwe bi dahata neftê venegire.
Di bersiva pirsekê de derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên cîhanî de, Serokwezîr got ku, Herêma Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş rêzê li peywendiyên xwe ligel hemû welatên cîhanê digire. Herêma Kurdistanê peywendî bi welatên rojava û rojhilatî re heye û ne beşeke ji kêşeyên di navbera cîhanê de.
Ziwabûn û guherîna avhewayê
Pirsgirêka kêmbûna avê û guhertina keşûhewayê beşeke din ji şiroveyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû ku weke pirsgirêkek li pêşiya Herêma Kurdistanê ye ku bandor li ser berhemanîna navxwe kiriye.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Mesrûr Barzanî tekezî li ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê û piştgiriya sektora giştî bi çêkirina bendavan û alîkariya cotkaran kir.
Hikûmet di xizmeta welatiyan de ye
Hikûmet û welatî ne du aliyên cuda ne û em li ser yek alî ne. Hikûmet di xizmeta welatiyan de ye û li ser navê wan divê parastina mafên welatiyan li hember mafên wan ên destûrî li Bexdayê bike."
Mesrûr Barzanî got, hikûmeta Herêma Kurdistanê di van qeyranan de heta asteke baş serketiye û daxwaz ji her kesî kir ku piştevaniya hikûmetê bikin û berjewendiyên xwe yên hizbî û kesayetî bidin aliyekî.
Ji holê rakirina gendeliyê dê bi awayekî sîstematîk bê kirin
Di derbarê rûbirûbûna gendeliyê de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku, gendelî di sîstemê de tê jinavbirin, siyaseta kabîneya neh a hikûmeta Herêma Kurdistanê jinavbirina gendeliyê û serrastkirina sîstema desthilatdariyê ye.
Serokwezîr got ku divê saziyên taybet tedbîrên pêwîst ji bo jinavbirina gendeliyê bigirin, lê divê em hemû kar bikin daku cihê gendeliyê di sîstema deshilatê de nemîne.
Ji bo vê mebestê ji welatiyan xwest ku her kesê ku bertîlê dide yan jî bi delîlan distîne agahdar bikin û destnîşan kir ku dê bên darizandin û dadgehkirin.
Pêşkêşkirina xizmetên
Yek ji beşdaran pirsiyar li ser cudahiya xizmetguzariyê li Silêmanî û Helebce û Hewlêr û Duhokê ji Serokwezîr kir, Mesrûr Barzanî tekez kir ku, hikûmet di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ti cudahiyê di navbera herêman de nake.
Eger cudahî hebe, ev yek ji ber desthilatdariya herêmê ye. Eger rêveberiyeke bihêz li ser asta parêzgeh û herêmê hebe, asta xizmetguzariyê dê baştir bibe.
Derbarê sektora xwendin û xwendina bilind de jî, Mesrûr Barzanî di bersiva pirsiyara welatiyekî amade di civînê de
Basnews
