Hejmarek koçber li Lîbyayê hatine kuştin
Cenazeyê hajmarek koçberan li peravên Lîbyayê hatin dîtin.
Heyva Sor a Lîbyayê li bajarê Sebrate ragihand ku termê 15 koçberên neyasayî li peravên wî bajarî hatine dîtin ku hinek ji wan di belemekê de hatibûn şewitandin.
Ji aliyê xwe ve hêzên emnî yên Sebrate dibêjin, ew term ên koçberên neyasayî ne ku di pevçûna navbera du grûpên qeçaxçiyan de hatibûn kuştin, lê nasnameya wan kesan eşkere nekirine ka welatiyên çi welatekî ne.
Ji ber şerê navxwe yê Lîbyayê ku ji 2011an ve berdewam e, rewşa ewlekariyê ya wî welatî gelekî têk çûye û bûye sedema aktîvbûna grûpên qeçaxçiyan ku koçberan ber bi welatên Ewropayê ve dibin.
Rudaw
