• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Brîtanyayê telefûna Serokwezîr kir

Gulan Media October 8, 2022 Nûçe
Wezîrê derve yê Brîtanyayê telefûna Serokwezîr kir

Kurdistan û Brîtanya têkiliyên xwe berfiretir dikin.

Êwara îro înê, wezîrê derve yê Brîtanyayê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û Serokwezîr jî derbarê naveroka peywendiya han de wisa nivîsand;

Êwara îro li gel wezîrê derve yê Şahnişîna yekgirtî me peywendiyeke telefûnî saz kir.

Di peywendiya han de, me pîrozbayiya destbikar kirina wezîrê derve yê Şahnişîna yekgirtî kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest. Me her du aliyan tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên dostane û bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Şahnişîna yekgirtî de kir.

Wezîrê derve yê Şahnişîna yekgirtî jiber can ji dest dana xelkê sivîl û bêtawan di encama êrîşên vê dawiyê bo ser herêma Kurdistanê, sersaxî da me.

Em her du alî li ser domandina peywendî û hemahengiya navbera me de hemfikir bûn.

 

Top