KERKÛK - Bo yekem car piştî 16ê Cotmehê Ala Kurdistanê hat bilindkirin
Nûçegihanê Rûdawê li Kerkûkê, Herdî Mihemed eşkere kir, Partiya Şiyûî ya Kurdistanê weke yekem partiya Kurdistanî, îro 17ê Kanûna 2018 di Roja Ala Kurdistanê de, Ala Kurdistanê li ser navenda xwe ya li Kerkûkê bilind kir.
Partiya Şûî jî ragihand, dê Ala Kurdistanê li ser navenda wan a li Kerkûkê her bilindkirî bimîne. Berpirsekî wê partiyê jî dibêje, ew Ala Kurdistanê li ser baregeha xwe nahînin xwarê û tekez kir, ti kes û aliyan jî daxwaz ji wan nekirine, ku Ala Kurdistanê li ser navenda xwe bînin xwarê.
Berpirsê Komîteya Parêzgeha Kerkûkê yê Partiya Şiyûî ya Kurdistanê, Hawrê Şêx Sidîq ji Rûdawê re ragihand, ku niha hemû aliyên Kurdistanî dikarin Ala Kurdistanê li ser navendênx we bilind bikin, ji ber ku bi gotina wî, niha rewş hatiye guhertin.
Hawrê Şêx Sidîq got: “Me li gel hevalên xwe tevan hizir li wê yekê kir, ku di Roja Ala Kurdistanê de, em Ala Kurdistanê li ser baregeha xwe bilind bikin”.
Wî berpirsê Partiya Komonîst a Kurdistanê diyar kir: “Eger salek berî niha ji ber rewşa siyasî Ala Kurdistanê hatibû qedexekirin, lê niha rewş guheriye û gelek partiyên Kurdistanî di hikûmeta Iraqê de beşdar in”.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ku bi 16ê Oktoberê tê naskirin, hêzên Iraqê bilindkirina Ala Kurdistanê li seranserê sînorê parêzgeha Kerkûkê qedexe kirin.
Partiya Komonîst a Kurdistanê bû yekemîn partiya Kurdistanî ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Ala Kurdistanê li Kerkûkê li ser baregeha xwe bilind kir.
Rudaw
