Ednan Muftî: YNK her çawa be dê li gel PDKê rêkbikeve!
Ednan Muftî ji çapemeniya YNKê re ragehand: ‘’YNK û PDK eger nêrînên wan ên cuda jî hebin, dawiyê de li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê rêkbikevin û ew pirsên ku peyvendiya xwe bi hikûmetê ve heye dê rêkeftinê li ser bikin.’’
Derbarê danûstanên di navbera YNKê û PDKê de jî ku xwedê girawî di rûniştin û hevdîtinên wan de ti encamek nebûye, endamê polîtburoya YNKê li ser wê yekê jî got: ‘’Her çawa be ew du aliyane dê bigehin rêkeftinekê.’’
Berî naha Serok Barzanî di gotareke xwe ya li bajarê Duhokê de ragehand, ku kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê wek berê fîftî fîftî ango 50+50 pêknayê û hewl tê dayîn guhertin û çaksaziyên bingehîn bên kirin.
K24
