• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji YPGê daxuyaniya li ser derbasbûna "Pêşmergeyên Roj"

Gulan Media December 17, 2018 Nûçe
Ji YPGê daxuyaniya li ser derbasbûna
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red kir, ku ti hêzeke Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û dibêje, nûçeyên di vê derbarê de nerast in.



Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ragihand, di van rojên dawî de hinek nûçe di derbarê çûna hejmarek ji pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê de hatine belavkirin, lê belê ew nûçe û zanyarî ji rastiyê dûr in.



Nûrî Mehmûd di vê daxuyaniyê de dibêje: “Ji ber jikarketina pira deriyê sînorî yê Sêmalka, karwana alîkariyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî bo Rojavayê Kurdistanê neçar ma, ku rêya xwe biguhere. Piştî gotûbêjeke berfireh di navbera serkirdatiya me û Herêma Kurdistanê û Hevpeymanan de, rêya Welîd weke korîdoreke demkî jibo veguhastina alîkariyên hêzên hevpeymanan hat diyarkirin”.



Berdevkê YPGê herwiha dibêje, bi şêweyeke rotînî hejmarek ji pêşmergeyên Kurdistanê bi karwana hêzên Hevpeymanan re çûne deriyê sînorî yê Welîd, bêyî ku sînor derbas bikin.



Nûrî Mehmûd tekez dike, belavkirina wan cure nûçeyan tenê xizmeta “gefên Tirkiyê bo dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike”.



Rudaw
Top