Partiyên Kurdî bersiva banga Pêşverû didin
Sekreterê Pêşverû Ebdulhemîd Derwêş bangek ji tevahiya partî û çarçoveyên siyasî re şand bi armanca ku tevgera siyasî ya Kurdî helwesteke hevbeş derbarê gefên Tirkiyê de bistînin. Li ser vê bangê ENKS dibêje, eger encameke baş ji vê bangê derkeve, pêwist e hevdîtinên 2 alî û 3 alî lidar bikevin û atmosferên guncaw bêne dabînkirin.
Endamê Serokatiya ENKSê Nihmet Dawûd ji K24ê re got: “Em dixwazin ku helwestek bê avakirin û reşbelekek hebe, berî ku em vê rûniştinê bikin û nêzîkbûnek li ser vê helwestê çê bibe, wê demê heger em rûnin jî emê bi encamekê derkevin ku rihetiyê li cem miletê me çê bike. Em dibînin ku berî vê rûniştinê pêwîst e hevdîtinên dualî û sêalî çê bibin û karibin helwestê ava bikin û piştre rûniştinek çê bibe û karibin bi encamekê derbikevin.”
Ji aliyê xwe ve Hevpeymaniya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (HNKS) dibêje ku di dema niha de pêwist e hevdîtin bê şert û merc bêne lidarxistin.
Endamê Serokatiya HNKSê Nesredîn Ibrahîm dibêje: “Ji bo banga mamoste Ebdilhemîd Derwêş, duhî radestî me wek HNKSê bû. Em hevêdar in hemû aliyên siyasî amade bibin. Em dibînin ku divê rûniştin ji hemû aliyan bê şer û merc bin û bersiva wê jî emê di demeke nêzîk de bidin.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiyeke sereke ye di Rêveberiya Xweser de dibêje, ta vê kêlîkê jî ew jibo vê bangê nehatine vexwendin, lê di heman demê de dîdareke şêwirdariyê di 15 vê mehê de bi beşdariya 22 partiyên muhlet wergirtine lidar xistin û di encamê de beyanameyek belav kirin û dîtin ku gefên Tirkiyê, ragihandina cengê ye û armanca wê qirkirina hebûna gelê Kurd e û pêwist e aliyên siyasî helwestên xwe nîşan bidin.
Berpirsê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya PYDê Salih Mislim ji K24ê re got: “Partiyên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û rewa ne, kedeke me hebû ku em tev bên cem hevdu û duhî jî me hevpeymaniyek îmze kir, ku em karibin her mehê carekê bi hev re bicivin û guftûgoyê bikin û tiştê ku pêwîst be, em bi hev re gavan bavêjin.”
Li gorî banga partiya Pêşverû, di 20 vê mehê de partî û çarçoveyên vexwendî dê lihev bicivin da ku helwesteke hevbeş derbarê gefên Tirkiyê bistînin. Li gorî serkirdeyekî partiya navhatî, eger e piştî encamên wê civatê hin civatên din jî bi kesayet û kesên akademisyen re jî bêne lidarxistin.
K24
