• Sunday, 22 February 2026
logo

Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Gulan Media October 5, 2022 Civakî
Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Dadgeha Duhokê îro derbarê dosyeya kuştina Kurdekî Êzdî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef û keça wî Axîn a 6 salî civiya û di dawiya civînê de ji bo kujerê Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da.

Roja 4ê Tebaxa 2022an Kurdekî Êzdî bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya 6 salî ya bi navê Axîn li gundê Hesen Reşo yê ser bi navçeya Zaxoyê ve winda bûbûn, piştî 4 rojan di şeva 8ê Tebaxê de polîsan termê Farûq Mîrza di nav baxekê de li taxa Bêdarê ya Zaxoyê dîtin, lê çarenivîsa zaroka 6 salî bi nediyarî mabû.

Bi hewldanên hêzên polîs, termê Axîn Farûq a 6 salî jî şeva bihorî 11ê Tebaxê hat dîtin.

Farûq Mîrza kurdekî Êzdî bû ku ji sala 2014ê ve û piştî êrîşên DAIŞê koçber bûbû û li kampa Çemişko ya li navçeya Zaxoyê dijiya.

 

Rudaw

Top