Cîgirê serokê parlementoya Iraqê ji Tirkiyê xwast serweriya xaka Kurdistan û Iraqê biparêze
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad duh li bajarê Stenbolê û di kevana konferansa welatên îslamî ya li ser rewşa Qudsê de, bi serokê parlementoya Tirkiyê Bînalî Yildirim re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Beşîr Hedad, di civîna Hedad û Yildirim de Hedad behsa bordûmana çeperên PKKê yên li deverên Şingal û Mexmûr yên Başûrê Kurdistanê kiriye û gotiye, divê Tirkiyê serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê biparêze û di êrişên asimanî de sivîlan neke hedef, ji ber ku gelek caran di wan êrişan de sivîl dibin qurbanî.
Şeva 13 vê mehê firokeyên şer yên Tirkiyê li baregehên PKKê yên li Şingal û Mexmûrê dabûn, di encamê de 4 jin hatibûn kuştin û çend kes jî birîndar bibûn.
Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî ew êrişên Tirkiyê şermezar kiribû.
Basnews
