• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî Gorran: Mesrûr Barzanî xwedan pêgeheke bihêz e, dikare reforman bike

Gulan Media December 16, 2018 Nûçe
Berpirsekî Gorran: Mesrûr Barzanî xwedan pêgeheke bihêz e, dikare reforman bike
Endamekî civata niştimanî ya Gorranê dibêje, kandîdê PDKê yê serokatiya hikûmetê Mesrûr Barzanî xwedan pêgeheke bihêz e û ti kes nikare di mijara reforman de li pêşiya wî bibe asteng.

Endamê civata niştimanî ya Gorran, Çalak Muhendis ji BasNewsê re got, ti arîşe û nakokiyek me ya kîndarî û şexsî bi ti partî yan kesekî re nîne. Eger berê nakokiyek me bi PDK yan YNK re jî hebûye, tenê ji ber xatirê hizra cuda bûye.

Çalak Muhendis her wiha got, eger Gorranê biryar da tevlî hikûmetê bibe wê çaxê lazim e ev welat bibe xwedan Qanûna Esasî û sîstema xwe da ku welatê me jî mîna welatên din geş bibe û pêş bikeve.

Wî endamê civata niştimanî ya Gorran anî ziman ku lazim e hikûmeta nû di xema xizmeta welatiyan û çareserkirina arîşeya mûçeyê karmendan de be û got, nêrîna min li ser hikûmeta nû pozîtîf e. Mesrûr Barzanî jî xwedan pêgeheke bihêz e, eger bixwaze dikare reforman û kes jî nikare li pêşiya wî bibe asteng.

Çalak Muhendis da xuyakirin ku YNKê devera Silêmaniyê ceza kiriye û got, di hilbijartinan de xelkê Silêmaniyê deng nedan YNKê ji ber wê jî YNKê ew ceza kirin. Lewma ez daxwaz dikim hikûmeta nû bê ferq û cudahî, xizmeta hemû bajarên Kurdistanê bike.

Basnews
Top