• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka dorpêçên nû û dijwar dixe ser Îranê

Gulan Media October 4, 2022 Nûçe
Amerîka dorpêçên nû û dijwar dixe ser Îranê

Hefteya pêşiya me ev dorpêç dikevin meriyetê.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden ragihand ku, jiber êrîşên hêzên rejîma Îranê yên bo ser xwepîşanderan û kuştina xwepîşanderan, vê dorpêçên gelek dijwar li ser Îran û rayedarên Îranê deynin.

Biden eşkere kiriye ku, bernivîsa proje dorpêçên nû hatiye amadekirin û ezê îmze bikim û hefteya pêşiya me vê ev dorpêçên han bikevin meriyetê.

Koşka Spî jî diyar kiriye ku, ev dorpêçên han tenê ne bo ser rejîmin belku, bo ser kes, sazî û dezgehên rejîmê ne jî ku, li dijî xwepîşanderan tundî bikar anîne û xwepîşander kuştine.

 

 

Top