Opozîsyona Sûriyê dê bi 15 hezar çekdar êrişî Rojavayê Kurdistanê bike
Fermandeyekî çekdarên opozîsyona Sûriyê bi navê Yûsif Hemûd ji ajansa Reutersê re gotiye, ewê bi 15 hezar çekdar tevlî operasyona ku Tirkiye dixwaze li dijî hêzên kurdî û Rojavayê Kurdistanê bike, bibin.
Yûsif Hemûd daye zanîn, operasyon dê ji eniyan de dest pê bike; eniya Minbicê, eniya Girê Spî û eniya Kobanî.
Wî fermandeyê opozîsyona Sûriyê daye zanîn, hinek ji wan dê ji nav Tirkiyê re êriş bikin û hinek jî dê ji nav Sûriyê re êriş bikin û gotiye, dibe ku hêla operasyonê ya ji nav Tirkiyê re çend rojan zûtir dest pê bike.
Opozîsyona Sûriyê di demekî de vê yekê radigihîne ku Amerîka bi tundî hişyarî daye wan û ragihandiye, eger ew tevlî şer bibin tê wê wateyê ku êrişî hêzên Amerîkî dikin.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend roj berê gotibû, dê di nav çend rojan de êrişî rojhilatê çemê Firatê bikin.
