• Sunday, 22 February 2026
logo

Avustiraliya berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê

Gulan Media October 4, 2022 Nûçe
Avustiraliya berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyoza Avustiraliyayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Avustiraliyayê ya li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Avustiraliyayê ya li Îraqê birêz Xatû Paula Ganley kir.

Di civînê de me derbarê rewşa giştî ya Îraqê, pêngavên derbas qirîza siyas û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Avustiraliyayê de giftûgo kir.

Balyoza Avustiraliyayê li Îraq, amadebûna welatê xwe bo pêde birina têkiliyên du alî, hevkarî û hemahengî li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de me jî rixmî ku, bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an ya di warê pir cure kirina çavkaniyên dahatê û bidîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî, behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û girîngiya çareser kirina kêşeyan di çarçoveya destûrê de bi awayek ku, rêz ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û pirensîbên hevsengî, hevparî û lihev kirinê were girtin, kir.

Rewşa aware û penaberan, bandorên nerênî yên guhertina keş û hewayê li ser Îraq û herêma Kurdistanê, mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

Top