Yekîtiya Ewropa jî Tirkiyê derbarê rojhilatê Firatê de hişyar dike
Serokomarê Tirkiyê Recap Tayîp Erdogan di gotareke xwe de ragihandibû, ew têra xwe sekinîne êdî demeke nêz de ew ê li dijî rojhelatê Feratê operasyonên xwe pêk bînin.
Li gor nûçeya malpera “Sputnik” a Rûsî, Federica Mogherini li ser gefên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê gotiye: “Em pêşbînî nakin Tirkiye ti gaveke tekalî bavêje, ku hewlên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê lawaz bike.”
Federica Mogherini dibêje: “Niha şerê li dijî DAIŞê diçe qonaxa dawiyê û divê hemû alî yekbigirin û rewşa Sûriyê aloztir nekin.”
