• Sunday, 15 February 2026
logo

HPG: Li Colemêrgê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gulan Media December 15, 2018 Nûçe
HPG: Li Colemêrgê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
dibêje emê operasiyonên xwe zêdetir bikin
HPG'ê diyar kir, hêzên wan li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê ji 2 baskan ve li dijî çeper û stargehên leşkerên Tirk çalakî kirine û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla ya li Çelê û bomberdûmana artêşa Tirk agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Roja 12'ê Kanûnê saet 17:30'î, hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC li ser Girê Serzêrê çalakiyek pêk anîn. Ji 2 baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li herêmê, piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana bi balafirên şer jî wiha hate gotin: "14'ê Kanûnê (îro) saet 09:20'î, balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Kokerê ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

13'ê Kanûnê saet 21:20'an balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."

Top