Derbarê kampa Mexmûrê de çend carekê UN çend caran PKK hişyar kiriye!
Kirmanc Ebdula ji BasNewsê re ragehand, PDKê ne binke, ne hêz û ne jî desthilatiya wê li Mexmûrê heye, lê YNKê û Heşdî Şeibî binkeyên wan li wê derê hene. Ji ber wê jî ‘’PDKê ne dûr, ne jî nêzîk ti peyvendiiya wê bi desthilatiya ewlehiya nav Mexmûrê ve tineye. Vê rastiyê jî hemû xelk dizane. Lê em ji ber wê bombebarana hatiye kirin gelek êşiyan. Herçend ev babet peyvendiya xwe bi serweriya axa Iraqê ve jî hebe. Nabe kemasiyên wann ên heyî wek tomet bo PDKê ava bikin.’’
Herwaha got, rêxistina NYê çend caran PKK agahdar kiriye, ku piştî sala 2014ê ve PKK kampa Mexmûrê wek kampekî sivîl nabîne, wek kampekî leşkeri danûstanê li gel dike.
Kirmanc Ebdula amaje bi wê yekê jî kir, cîha ku PKK loman li xelkê bike, berî herkesê divê loman li xwe bike. ‘’Çima binke û cîhên leşkeri dibe nav kampeke sivîl? Ji ber ne maf e binke û leşkerîxane di nav kampê de bin.’’
Berê heftenameya Bas yekem çapemeniya Kurdistanê û cîhanê bû aşkera kir, PKKê dest li ser kampa Mexmûrê de girtiye û êdî kontrola kampa Mexmûrê ne di bin destê NYê de ye.
Basnews
