Êrîşa Mêrsînê: Endama HPGê Dilşah Ercan daxuyaniyek vîdyoyî belav kir
Endama HPGê “Dilşah Ercan” a bi nasnavê “Zozan Tolan” ku hikûmeta Tirkiyê îdia kiribû yek ji bikerên êrîşa li Mêrsînê ya li dijî polîsên Tirkiyê ye, daxuyaniyek bi dîmen da.
Daxuyaniya wê endama HPGê li ser ajansa ser bi PKKê ANF ve hatiye weşandin û tê de “Dilşah Ercan” a bi nasnavê “Zozan Tolan” ragihandiye, demekê wê karê rojnamevaniyê kiriye, lê piştî ku hat girtin, tevlî refên PKKê bûye û niha jî di nava refên wê de berdewam e li ser karê xwe.
Ercan derbarê êrîşa Mêrsînê de jî got: “Rêxistina me beriya niha daxuyanî dabû. Ez li ser erka xwe me.”
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî êrîşê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, êrîş ji aliyê 2 endamên PKKê yên jin ve hatiye pêkanîn û diyar kiribû, nasnameya yek ji wan jinên êrîşkar “Dilşah Ercan” bi nasnavê “Zozan Tolan” e.
Lê belê HPG, baskê çekdarî yê PKKê ew daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê red kir û ragihand, endama wan “Dilşah Ercan” bi nasnavê “Zozan Tolan” di êrîşa li Mêrsînê de beşdar nebûye û niha li ser erka xwe ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê roja 29ê Îlona 2022an ragihand, “Şeva 26’ê Îlonê li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî artêşa dijmin ji aliyê du hevalên me ve çalakiyeke fedayî hatiye lidarxistin. Ev çalakî weke bersiveke li dijî zextên li ser zindanan, komkujî û çekên kîmyewî yên li dijî gerîla hate pêşxistin.”
HPGê nasnameya her du jinên ku êrîş pêk anîne jî aşkere kir û ragihand, “Dilara Ûrper” bi nasnavê “Sara Tolhildan” xelka Şirnexê û “Emel Feremez Hisên” bi nasnavê “Rûken Zelal” û xelka Qamişlo êrîş pêk anîne.
Şeva 26ê Îlona 2022ê 2 kesan êrîşî binkeya polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mêrsinê kiribûn û di êrîşê de polîsek Tirkiye hat kuştin û yek jê polîs 4 kes birîndar bûn.
Piştî vê êrîşê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand yek ji kesên ku êrîş pêkaniye “Dilşah Ercan” e ku bi nasnavê “Zozan Tolan” tê naskirin û di nav baskên ciwanan ê PKKê de bûye. Navê Dîlşah Ercan weke rojnamevan di vê rapora CHPê ya sala 2012ê de cih digire ku derbarê 188 rojnamevan girtî de hatiye amadekirin û wê demê daxwaza azadkirina wan dihat kirin.
Serokkomarê Tirkiyê piştî êrîşê roja Sêşemê li ser wê raporê CHP got: “Hûn li pey şopa kîjan ji van terorîstan biçin, serê wan digihe HDPê yan jî ji wan aliyên in ku CHP weke rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl xwedî li wan derdikeve. Piştî van gotinên Erdogan gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya civakî CHP û HDP kirin armanc.
Rudaw
