• Sunday, 22 February 2026
logo

Li gelek welatan xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî hatin kirin

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Li gelek welatan xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî hatin kirin

Li Awustralya, Tirkiye, welatên Ewropayê, Amerîka ya bakur û Amerîka ya başûr xwepêşadan ji bo prostestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî û piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin kirin.

Bi sedan welatiyên Îtalî, li Roma ya paytexta Îtalyayê li ser kincên xwe nivîsîn Jin Jiyan Azadî.

Li Yunanistanê jî xwepêşandan hatin kirin. Li Santiago a paytexta Chîlî li Amerîka ya başûr, hevsozî ji bo Jîna Emînî hat derbirîn û jin porê xwe kur dikin.

Polîsên Yunanistanê xwepêşanderên li ber Balyozxaneya Îranê li Atîna ya paytext kelepçe dikin.

Pevçûna bi hêzên ewlehiyê re dîmenekî gelek caran dubare dibe.

Îran, Azadî, Mehsa Emînî li ser cilê bi hezaran nişteciyên Roma ya paytexta Îtalyayê ji bo piştgiriya li xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li kolanên sereke yên bajêr xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşander Arezû got, “Em hêvîdar in ev desthilat hilweşe, ji ber ku 43 sal in Îran di destê wan de ye û tiştekî baş ji bo welatê me nekirine. Azadiya me tune ye, em êdî vê deshilatê naxwazin, em êdî Ayetullahiyan naxwazin.”

Li Santiago ya paytexta Chîlî ya li Amerîka ya başûr jî xwepêşandan hatin kirin.

Xwepêşander Fatîme Remezanpûr anî ziman, “Desmaldana serê xwe bi zorê nabe, ev por mafekî kesî ye û hikûmet nikare bi zorê porê min veşêre.”

Xwepêşander dibêjin, em Komara Îslamî naxwazin. Dirûşm û bi dehan ên din weke vê, li Awusturalyayê bilind kirine.

Bêhtirî du hefteyan e şêwaza canjidestdana Jîna Emînî, bi dehan hezaran kes, li dehan welatên cîhanê derxistine qadan.

Her ku diçe xwepêşandan bêhtir, rengîntir û berfirehtir dibin.

 

Rudaw

Top