Artêşa Ukraynayê kete bajarê Lyman ê Donetskê
Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê ragihand ku leşkerên Ukraynayê ketine bajarê Lyman ê herêma Donetskê. Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku Alaya Ukraynayê li bajarê Lyman ê herêma Donetskê li ba dibe.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê hat dayîn de hat gotin, “Hêza Hewayî ya Ukraynayê dikeve Lyman a herêma Donetskê. Artêşa Ukraynayê di her 'referandûmeke' ya îro û paşerojê de her tim hebûye û dê bibe xwedî dengê biryardar.”
Di daxuyaniyê de dîmenên ku leşkerên Ukraynayê Alaya Ukraynayê li tabelaya bajarê Lymanê ve daliqandine jî hat parvekirin.
Di dîmenên li ser medyaya civakî de tê dîtin ku hêzên Ukraynayê ber bi bajarê Lymanê ve pêş de diçin, gelek zirpoşên şer ên Rûsyayê li kêleka rêyan hatine rûxandin, cenazeyên leşkerên Rûsî û pireke ku diçe bajêr jî hilweşiyaye.
Nûnerê Koma Rojhilat a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Sergey Cherevatiy di daxuyaniya xwe de got, “Agahî û vîdeoya ku we dît rast e. Em berê xwe didin Lymanê lê şer berdewam dikin.”
Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskiy diyar kir ku ala Ukraynayê li bajarê Lyman ê herêma Donetskê li ba bû, “Ukrayna dê li xwe vegere. Hem li rojhilat û hem jî li başûr cihên ku hewl didin bixin nav axa xwe û Kirim a ku ji sala 2014an ve hatiye dagirkirin. Ala me wê li her derê be.”
Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskiy her wiha anî ziman, “Alayê Ukrayna li bajarê Lyman ê herêma Donetskê ye. Şer hîna jî li wir berdewam dikin lê ti şopa qaşo referandumê li wir nîne.”
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî daxuyaniyek da û got, “Ji ber metirsiya dorpêçkirinê, leşkerên hevpeymanan ji niştecihên Krasny Lyman vekişiyan cihên bi avantaj.”
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Luhanks a Ukraynayê Sergiy Hayday ragihand ku li bajarê Lymanê nêzîkî 5 hezar leşkerên Rûsyayê hatine dorpêçkirin û hêzên Ukraynayê hema hema hemû rêyên derketina ji bajêr girtine.
Rudaw
