Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê: Welatê me tijî penaberên bê şiyan e
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê da zanîn ku li welatê wan hejmara wan penaberên şiyana wan a karkirinê nîne bi awayekî berçav zêde bûye.
Roja Yekşemê 2ê Cotmeha 2022an Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman ji medyaya welatê xwe re got ku hikûmeta Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss pêbendê sozên di propagandeya hilbijartinê de dibe û got, “Hikûmet kar bo kêmkirina wergirtina penaberan dike, piraniya wezîrên kabîneya Truss jî ligel vê yekê ne.”
Di vê derbarê de Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê got, “Hejmareke zêde ya penaberên bê şiyan berê xwe dane welat. Her wiha hejmareke zêde ya xwendekarên navdewletî hene ku ligel malbatên xwe tên û hejmareke zêde ya penaberan heye ku pişta xwe bi dahata hikûmetê girêdidin.”
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman amaje bi wê yekê da ku hinek penaber hene di bandoreke wan li ser pêşketina aborî nîne, ji ber hinek kar dikin ku ti şiyaneke wiha jê re navê.
Ev di demekê de ye 23ê Îlonê, Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Kwasi Kwarteng ragihandibû ku hikûmeta nû ya Brîtanyayê li siyaseteke nû digere bo wergirtina penaberên bê şiyan û bê ezmûn, herwiha sûdwergirtina ji penaberên bi şiyan, wek pêngavekê bo dewlemendkirina destê kar li Brîtanyayê û bihêzkirina rewşa aborî ya welat.
Ji Çileya 2021an ve, hikûmeta wê demê ya Brîtanyayê, bihayê wergirtina vîzeya kar a Brîtanyayê girantir kir û nirxê wê bû zêdeyî 28 hezar dolar, vê jî bandor li kêmkirina destê kar li Brîtanyayê kir bi taybetî di warên kiştûkalî û pîşesazî de.
Li gor amarên Brîtanyayê, piştî biryara nû, hejmara karkerên welatên Ewropayê ku diçin Brîtanyayê bi awayekî berçav kêm bûye. Meha borî Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê eşkere kir ku îsal hejmareke zêde ya penaberan berê xwe dane wî welatî. Tenê di heşt mehên yekem ên îsal de, zêdeyî 28 hezar penaxwaz bi rêyên ne yasayî çûne nav axa Brîtanyayê.
Rudaw
