Şanda ENKSê bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka re civiya
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan Goldrich re civiya.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Jêrîn û Şanderê Amerîkî yê taybet yê Sûriyê Ethan Goldrich bi nûnerên ENKSê re proseya siyasî ya Sûriyê gotûbêj kir.
Li gorî tiwîteke Wezareta Derve ya Amerîka, dîplomatê Amerîkî bi nûnerên ENKSê re civiyaye çareseriya siyasî ya Sûrî li gorî biryara Encumena Asayîşê 22.54 gotûbêj kir.
Civîn di çarçoveya kombûneke şandeke opozîsyona Sûriyê li Waşintonê de li gel Cîgira Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Jêrîn yê Amerîka Barbara Leaf pêk hat û tê de Ethan Goldrich û Rêveberê Birêveberiya Iraq û Sûriyê di Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîka de Emily Barnes û şandkee Wezareta Berevanî ya Amerîka pêk hat.
