• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran gundekî qezaya Çomanê bombebaran dike

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Îran gundekî qezaya Çomanê bombebaran dike

Îranê bi riya dronekê gundê Werde yê ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kir.

Peyamêrê K24ê li deverê da zanîn, Supaya Pasdarên Îranê îro bi riya dronekê gundê Werde bombebaran kir.

Peyamnêrê me destnîşan kir, heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatine zanîn.

Ev yek di demekê de ye, piştî kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî û derketina xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rojane navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê tên topbarankirin û ziyanên madî yên mezin gihîştina zozan û daristanan.

 

K24

Top