• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Dewletê yê Brîtanya: Em li gel Herêma Kurdistanê dê dijî tundiyê rawestin

Gulan Media October 1, 2022 Nûçe
Wezîrê Dewletê yê Brîtanya: Em li gel Herêma Kurdistanê dê dijî tundiyê rawestin

Roja 30.09.2022yê Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn ragehand, li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyekî telefonî de teqez kiriye ku, derbarê êrîşên Îranê yên li ser çend navçeyekî Herêma Kurdistanê de, Dewleta Brîtanya dê li gel Herêma Kurdistanê dijî tundiyê raweste.

Wezîrê Dewleta Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Başûrê Asya û Netewên Yekbûyî Lord Tariq Ehmed di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axaftiye û serxweşî ji ber kesên sivîl ên di êrîşa Îranê ya roja Çarşemê de jiyana xwe ji dest dane lê kiriye.

Wezîrê Dewleta Brîtanyayê teqez kir ku Brîtanya li hember tundiyê dê li gel Herêma Kurdistanê raweste.

Top