• Sunday, 22 February 2026
logo

Demîrtaş piştî daxuyaniya PKKê ya Mêrsînê peyamek belav kir

Gulan Media October 1, 2022 Nûçe
Demîrtaş piştî daxuyaniya PKKê ya Mêrsînê peyamek belav kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand, pêdagiriya li ser polîtîkayên aştiyê û siyaseta demokratîk ji bo wan xalên bingehîn in û got, “ Ti kes bila li benda wê yekê nemîne ku em paş de gav biavêjin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, îro 30ê Îlona 2022an li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir.

Demîrtaş di peyama xwe de dibêje, “Pêdagiriya li ser polîtîkayên aşitiyê û siyaseta demokratîk ji bo  me xalên bingehîn in. Ti kes bila li benda wê yekê nemîne ku em paş de gav biavêjin. Em dê di her şert û mercekê de vê yekê biparêzin û daxwazên çareserî û aşitiyê yên gel bi hemû derfetên xwe bi dengê bilind bînin ziman.”


Ev daxuyaniya hevserokê berê yê HDPê di demekê de ye, Partiya Karkerên Kurdistanê 26ê Îlona 2022ê çalakiyek li dijî binekeyeke polîsan a  Tirkiyê ya li bajarê Mêrsînê kiirbûn û têde polîsek hatibû kuştin û polîsek û 3 kesên din birîndar bibûn.

Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî ew êrîşa PKKê şermezar kiribû û gotibû, “Berpirsyariya siyasetê ew e ku li ser çareseriyên ji derveyî tûndûtîjiyê pêdagir be. Em dê li dijî her cor tûndûtîjiyê derkevin û li ser siyaseta demokratîk pêdagir bin. Ez dixwazim her kes vê bi zelalî bizane.”

Hevserokên HDPê jî bi heman awayî ew çalakiya PKKê şermezar kiribûn.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye 29ê Îlona 2022an berpirsyariya wê êrîşê girtibû stûyê xwe  û gotibû, “Bi zimanê dijimin şermezarkirina fedaiyên ku  xwe ji bo parastina gelê  Kurd û nirxên wan tenê bi  tepeserkirinê dikare bê raderbirîn.”

 

Rudaw

Top