• Sunday, 22 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyanî belav kir

Gulan Media October 1, 2022 Nûçe
Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyanî belav kir

Yekîtiya Ewropayê dibêje, ew bi tundî êrîşên Supaya Pasdarên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Berdevkê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Peter Stano roja Înê 30 Îlona 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Îranê “serweriya axa Iraqê binpê dike” her wiha diyar kir ku “Fikrên me bi qurbanî û malbatên wan re ne" yên ku di êrîşan de canê xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.

Stano di daxuyaniya xwe de got, “Yekîtiya Ewropayê piştevaniya xwe ya temam bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û gelê Iraqê dubare dike.”

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kes şehîd bûn, 10 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.

Roja Pêncşemê jî Supaya Pasdarên Îranê hişyarî dabûn ku ew dê êrîşên xwe yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê bidomînin.

Kuştina keça Kurd Jîna Emînî di 16ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve, li gelek bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû sedema xwepêşandanan.

Supaya Pasdarên Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi handana xwepêşandanan tohmetbar dike.

 

Rudaw

Top