• Sunday, 15 February 2026
logo

YPGê : Me pênc serbazên Tirk li Efrînê kuştin

Gulan Media December 14, 2018 Nûçe
YPGê : Me pênc serbazên Tirk li Efrînê kuştin
Yekîneyên Parastina Gel, îro, ragihand wê di opêresiyoneke leşkerî de li gunndewarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê pênc serbazên Tirk kuştine.

Navenda ragiahndinê ya YPGê, di daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanên wê di dîroka 13-12-2018an de, xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li gundê Kîmarê yê navşeya Şêrewa armanc kir û di encamê de pênc serbazên Tirk hatine kuştin.

Tê zanîn ku duh wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand ku serbazekî wan li gundewarê Helebê ji aliyê YPGê ve hatiye kuştin, û piştî wê topxaneya Tirkî, herdû gundên Soxanekê û Bênê armanc kir û di encamê de çar welatî birîndar bûn.

Ev pêşkevtinên dawî di demekê tên ku serokomarê Tirkiyê gefên ajotina êrîşekê li ser deverê rojhlatî Feratê ya Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Basnews
Top