• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Gulan Media December 14, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayên birêzên li Desteya Serokayetiya Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê

Bi sedema sî û sêyemîn salvegera damezrandina partiya we, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hemû kadîr û alîgirên wetan de dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Azadî û fireh aliya siyasî yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û berhema qurbanîdana gelê meye û pêwîste em hemû wê geş bikîn û biparêzîn.

Li vê helkeftê de û li erk û çalakiyên we yên ji bo xizmetkirina berjewendiyên bilindên gel û birayetî û tebayiya siyasiya li Kurdistanê de hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
13.12.2018
Top