Amerîkayê piştrast kir: Welatiyekî Amerîkî di êrîşa Îranê de hatiye kuştin
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî piştrast kir, ku welatiyekî wan ê sivîl di bombebarana Îranê bo ser navçeya Koyê de li Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel duh Pêncşembê 29ê Îlona 2022 ji Rûdawê re ragihand, welatiyekî Amerîkî di bombebarana Îranê bo ser baregeheên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li nav axa Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.
Vedant Patel diyar kir, Amerîka dê berdewam be li ser protestokirina binpêkirinên Îranê yên li ser serweriya Iraqê.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Waşingtonê, Roj Elî Zale ji Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel pirsî, karvedana we li hember canjidestdana welatiyekî Amerîkî di encama bombebarana Îranê de çî ye?
Vedant Patel di bersivê de got, ev mijar taybet e û lewra ew nikare behsa hûrgiliyên pêngavên Waşingtonê bike, lê tekez kir, ew dê berdewam bin li ser şermezarkirina binpêkariyên Îranê yên li ser serweriya Iraqê.
Patel da xuyakirin, ew dê hin rê û rêbazan bi kar bînin daku berpirsyariya Îranê li beramber wan karên ne ewle yên ku li navçeyê dike, nîşan bidin.
Roja Çarşembê 18ê Îlonê Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê kir. Supaya Pasdaran ragihand, di êrîşê de 73 mûşek û bi dehan dronên bombekirî bi kar anîne.
Di encama bombebaranên Îranê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 45 kesan jî birîndar bûn.
Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê;
Rûdaw: Niha ku te piştrast kir welatiyekî Amerîkî di êrîşên Îranê de hatiye kuştin, gelo em dê çi karvedanekê ji Amerîkayê bibînin? Dizanim te got behsa hûrgiliyên dosyeyê nakim, lê kuştina welatiyekî amerîkî ji aliyê Îranê ve dê her wisa bi hêsanî derbas be, yan em dê karvedanekê ji Amerîkayê bibînin:
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Vedant Patel: Spas ji bo pirsa te Roj, dîsa ji ber taybetmendiya mijarê nikarim tiştekî bêjim, lê belê tekez dikim ku em berdewam in li ser şermezarkirina binpêkirinên Îranê yên li ser serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê. Tevî vê yekê Amerîka berdewam dibe li ser bikaranîna hin rêyan û pêşniyaran daku Îranê bi berpirsyar bibîne li hember wan karên ne ewle ku li navçeyê dike. Herweha em dê li ser hewldanên xwe berdewam bin. Tekez em li vir hemû tiştan nabêjin, lê ew bijarde li ser maseyê dimînin.
Rudaw
