Şaxewan Ebdula: Eger Iraq bêdeng be hemû eger li pêş Herêma Kurdistanê vekirîne
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula ragehand, tişta ku Îranê destpê kiriye destpêkekî metirsîdare û eger Iraq bêdeng be, hemû eger li pêş Herêma Kurdistanê vekirî dibe.
Şaxewan Ebdula ji K24ê re ragehand: ‘’Eger waha hikûmeta Iraqê lewaz be û şiyana parastina serweriya welatê xwe nebe, wê demê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû deriyên li pêş wê vekirî dibe, bi taybet daxwaz ji civaka navdewletî bike ku erd û esmanên wê bê parastin. ‘’
Herwaha diyar kir, nabe ev tewanane berdewam bikin, rojek Tirkiye û rojek Îran serweriyê binpê bikin û ‘’Ev bêhelwêstiya Iraqê wisa dike ku Îran wek erkê xwe bizane vê navçeyê êrîş bike û artêşa xwe bixe tevgerê.’’
Şaxewan Ebdula got: ‘’Eger berê li ser sînoran topbaran û bombebaran kiriye û tişta duh Îranê kir destpêkekî gelek metirsîdar e. Tu were li kûrahiya Herêma Kurdistanê, ji Pirdê heta digehe sînorê Silêmanî û Şarezûr û hemû wan navçeyan bi dehan êrîşên bi dron û katûşa bikî ser Herêma Kurdistanê nabe.’’
Basnews
