Çavuşoglu bi Pompeo re axifî
Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî daxûyaniya Serokomar Recep Tayip Erdogan, ku gotibû em dê li rojhilatê Firatê dest bi Operasyonê bikîn, bi rêya telefonû li gel hevpostê xwe Pompeo qise kir.
Çavuşoglu diyarkir, di derbarê Operasyona leşkerî ya liser Rojhilatê Firatê û bi giştî rewşa Surîyê gengeşe kirin e.
Tirkiye diyar dike ku, Operasyonê liser rojhilatê Firatê di demek nêzîk de lidar dixe. Ji aliyê xwe ve Wezareta Bergirî ya Amerika – Pentagonê bala Tirkiye liser vê yekê kişandibû.
K24
