Rûsya piştgirî da operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê!
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke rojnamevaniyê de behsa rewşa Sûriyê kir.
Zaxarova paşê di bersiva pirsa rojnamevanekî de li ser tehdîdên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo pêkanîna operasyonê li dijî Rojavayê Kurdistanê û YPGê ragihand, haya wan ji wê operasyonê heye ji ber ku Amerîka li wir karên metirsîdar dike û dixwaze dewletekê ava bike!
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê behsa rêkeftina Idlibê ya navbera Rûsya û Tirkiyê jî kir û ragihand, hinek hewlên xirabkirina wê rêkeftinê hatine dîtin ji ber wê jî ew rêkeftin di rewşek tengav de ye.
Li gorî rêkeftina Idlibê, divê Tirkiye di heyama çend mehan de beşek ji Idlibê ji çekdar û terorîstan temîz bike her wiha çekên giran jî ji terorîstan bistîne.
Basnews
