• Sunday, 22 February 2026
logo

Zêdetir ji 200 Besîcî hatine birîndar kirin

Gulan Media September 29, 2022 Nûçe
Zêdetir ji 200 Besîcî hatine birîndar kirin

Ji aliyê xwepîşanderan ve hatine birîndarkirin.

Xwepîşandanên li Îranê di roja 13an de berdewamin û rewşa Îranê hêdî hêdî ber bi şerê navxweyî ve diçe.

Di vê derbarê de hêza Besîc  ( besîc hêzeke taybet ya ser bi Xamneyiye) ragihandiye ku, tenê li Tehranê di xwepîşandanên vê dawî de zêdetir ji 200 Besîcî ji aliyê xwepîşanderan ve hatine birîndarkirin.

Di daxuyaniya spaha Besîc ya Mihemed Resûlela ku, beriya niha jî di êrîş kirine ser xwepîşanderan roleke girîng lîstiye, hatiye diyarkirin ku, gelek endamên Besîcê ji aliyê xelkê ve hatine lêdan tenê li Tehranê zêdetir ji 200 endamên me hatine birîndarkirin.

Top