• Sunday, 15 February 2026
logo

Şandeke YE serdana parlementoya Kurdistanê kir

Gulan Media December 12, 2018 Nûçe
Şandeke YE serdana parlementoya Kurdistanê kir
di warê abûrî de hevkariya Kurdistanê dike
Îro şandeke Yekîtiya Ewrûpayê li Hewlêrê serdana parlementoya Kurdistanê kir û ji aliyê bi tementirîn parlementer ku di civîna yekem ya parlementoyê de jî weke Serokê demkî yê parlementoyê hatibû diyarkirin, hate pêşwazîkirin.

Di civînê de nunerên partiy û aliyên siyasî yên nava parlementoyê amade bûn û behsa çend mijaran hate kirin û şanda YEê tekez li ser vê yekê kir ku YE berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê bi taybetî di warê abûrî de.
Top