Cemîl Bayik, YNK hişyar kir!
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîna li gel kanala televizyona Medya Haber a ser bi PKKê de ragehand, YNKê li ser daxwaza Tirkiyê biryara daxistina binkeyên Tevgera Azadî daye.
Cemîl Bayik YNK hişyar kir û diyar kir, biryara daxistina binkeyên Tevgera Azadî dibe ku dervey YNKê jî hatibe dayîn û li ser YNKê tê ferz kirin. Yên ku ev biryar dane, dixwazin bi vê biryarê re du armancên xwe bi dest bixin. Qaşo ew ê PKK û YNKê bînin hemberî hev û ew ê derbê li PKK û YNK’ê bixin. Divê YNK ji bo berjewendiyên biçûk û rojane tevnegere û divê baş fêm bike ku ev biryar ew ê rê li ber encamên çawa veke.
Berî naha BasNewsê aşkera kiribû ku Cemîl Bayik nameyek gef xwarinê ji malbata Talabanî re rêkiribû û amaje bi wê kiribû ku, eger YNK dijatiya PKKê berdewam bike dê hêzên xwe li navçeyên sînorê parêzgeha Silêmaniyê bixin tevgerê û hewl bidin pêgehên xwe li navçeyê berfireh bikin.
Basnews
