Şandên PDKê û Goranê li Hewlêrê dicivin
Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê, Rence Cemal ragihand, îro Çarşembiyê 12ê Kanûna 2018ê şandeke Desteya Cîbicîkirinê ya Tevgera Goranê ku ji Serokê Giştî yê Goranê Omer Seydi Elî û endamên Desteya Cîbicîkirinê ya Goranê, Reûf Osman, Celal Cewher, Şoriş Hacî, Mihemed Tofîq Rehîm û Aso Rehîm li gel polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dicivin.
Peyamnêrê Rûdawê got, şanda PDKê jî ku îro pêşwazî li şanda Goranê dike, heman ev şand e ku duh bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê civiyabû.
Şanda PDKê ji endamên polîtboruya vê partiyê Hûşyar Zêbarî, Kakemîn Necar, Mehmûd Mihemed, Izedîn berwarî û Rbwar Yelda û herwiha çend endamên encûmena serkirdatiya partiyê pêk tê.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Tevgera Goranê ji bo posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyid Qadir berbijêr dike û helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê jî li ser wî kesî erênî ye, çimku Mistefa Seyid Qadir di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ezmûna karkirinê li gel Nêçîrvan Barzanî, berbijêrê PDKê bo posta Serokê Herêma Kurdistanê heye.
Herwiha Goran daxwaza du wezaretan di nava hersê wezaretên Darayî, Pêşmerge û Çavkaniyên Xwezayî jî dike.
Duh Sêşembiyê 11ê Kanûna 2018ê, herdu polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêrê civiyabûn û did axuyaniyeke hevbeş de dabûne xuyakirin, ku wan li ser çar xalan li hev kiriye.
Civîna îro ya PDKê û Goranê dibe duyemîn civîna di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî berbijêrkirina Nêçîrvan Barzanê bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê PDKê ve.
Di nava partiyên Kurdistanî de ku dixwazin beşdarî hikûmeta nû bibin, tenê Komela Îslamî maye ku PDKê hêj ti civîn pê re encam nedaye.
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Nivşê Nû pêşwext ragihandine, ku ew beşdarî di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakin û dê bibin opozisyon.
Rudaw
